Armên Sargsyan bi seredana r’esmî çûye Dewleta Qeterê
Serokk’omarê Ermenîstanê Armên Sargsyan t’evî k’ulfeta xwe Nûnê Sagsyan bi seredana r’esmî çûye Dewleta Qeterê.Çawa tê r’agîhandinê wezîrê transportê û p’evgirêdana Casim Saîf Ah’med al Sûlêyt’ Armên Sargsyan pêwazî kirîye.Armên Sargsyan wê r’astî Êmîrê Qeterê T’amîm bîn Hamad T’anî, Êmîrê Qeterêyî bav Hamad bîn Xalîfa T’anî, serekwezîr, wezîrê k’arên hundur’ Abdûlah bîn Nasêr bîn Xalîfa Al T’anî, usa jî endamên bîznêsê bê. Têr’a tê dîtinê seredana serokk’omare li mûzêya Îslamîyê.Li p’ayt’ext Dohayê serokk’omar Sargsyan wê li baylozxana Ermenîstanê biqeside û wê r’astî endamên civaka ermenî bê.Nava encamê r’asthatina serokk’omare berêye praktîke t’evî Êmîrê Qeterê, li Dewleta Qeterê vekirina baylozxana Ermenîstanê bû, k’îjan bi piştgirîya h’ukumata Qeterê hate kirinê ji bo qedirê himberî Emenîstanê û cime’ta wê. Nava dorana seredanêda, serokk’omar Sargsyan wê li Dohayê t’evî derbazkirina “Civîna h’emdinîyaêye înovasîone çandî” bibe, li k’îderê wê bi k’êlm pêşda bê.