Şuxulk’arê sîyasîyî k’urd, yê ku li h’ebsêdane, usa jî h’emsedirê partîya Dêmokrasîya Gelayî berê, Salh’edîn Dêmîrt’aş layîqî r’ewa nanet’ewî bûye. K’ulfeta Dêmîrt’aş Basak Dêmîrt’aş 15-ê mijdarê t’evî heytehola t’eslîmkirina r’ewayê bûye, ya ku li Stokholmê derbaz bûye, ew r’ewa stendîye.Dêmîrt’aş ji mijdara sala 2O16-da h’ebsêdane.T’irk’îya lîdêrê k’urd wa gotî nava heleqetîyên têr’orîstada gunek’ar dike, k’îjanê Enqere bona şer’k’arîya sîyasî çawa me’nî dide xebatê. “Minê bixwesta vê r’ewayê p’êşk’êşî h’emû miletên T’irk’îyaê bikim, berê e’wlin berxudana k’urda û t’irka.Minê bixwesta ev r’ewa ji navê girtîyên sîyasîye li T’irk’îyaê qebûl bikira”,-Dêmîrt’aş nava ne’mêda nivîsîye, ya ku wextê heytehola r’ewakirinê hatîye xwendinê.
Gotarên eynî
Navenda hiqûqê ya Ermenîstanê ji bo sepandina “Cezayên Magnîskîye global” li dijî 40 î zêdetir rayedarên Adirbêcanê erza fermî raber kir
06.05.2024, 17:39
Wezîrê darayî û serokê banka pêşketinê ya Asyayê li ser mijarên hevkarîyên heyî yên bi Ermenistanê re axivîn
06.05.2024, 16:45
Herwiha kontr’ol bike
Close - Nîkol Paşînyan beşdarî merasîma sondxwarina Vladîmîr Pûtîn nabe06.05.2024, 14:29