
R’oja şemîyê dewleta T’irk’îyaê dîsa çar serokbajar’ên k’urd ji partîya Dêmokrasîya Gela ji qulixên wan derxistine.Mînanî serokbajar’ên mayîn, T’irk’îyayê dîsa ew nava p’êwendîyên t’evî PKK-ê gunek’ar kirine. Serokbajar’ên Mazîdag’ê, Savûrê, Dêrikê û Sûrûçê ji qulixên wan hatine derxistinê.H’ukumatê wek’îlên xwe dewsa wana k’ifş kirine.H’etanî niha T’irk’îyaê 24 serokbajar’ên ji partîya Dêmokrasîya Gela ji qulixên wan derxistine, yên ku îsal wextê hilbijartinên serk’arîkirina cî hatibûne hilbijartinê.