H’emû nûçe

Ji Ermenîstanê û Arsaxê r’ojne’mevan çûne Adirbêcanê

Wek’îlên mêdîya Ermenîstanê û Arsaxê ji 17-a h’etanî 21-ê mijadarê li Adirbêcanê qesidîne, lê wek’îlên çapemenîya Adirbêcanê jî hatine Ermenîstanê û Arsaxê.Derheqa wê yekêda k’atiba prêssyaê, ya wezîreta Ermenîstanêye k’arên der Anna Nag’dalyanê gotîye,wextê ku ewê bersiva pirsên r’ojne’mevana daye. “Ji 17-a h’etanî 21-ê mijdarê p’evguhar’tina k’oma r’ojne’mevanaye dualî qewimîye.Wek’îlên çapemenîya Ermenîstanê û Arsaxê li Adirbêcanê qesidîne, lê r’ojne’mevanên azêrî jî hatine Ermenîstanê û Arsaxê. Ew berne’me bi koordînasîyakirina wek’îlê sedirê Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropayê û serwêrtîyên Ermenîstanê, Arsaxê û Adirbêcanêye anegor hatîye hazirkirinê”,-ewê gotîye. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button