SerekeSîyasî

Hewilêr û Beg’da ji alîyê pirsa neftê û byûcêyêda gihîştine hevr’aqayîlbûnê

Wezîrê Îraqêyî neftê T’amîr Gadban r’oja duşemê e’lam kirîye,wekî Hewilêr û Beg’da girêdayî pirsên neftê û byûcêyêr’a gihîştine hevr’aqayîlbûnê.Piştî r’asthatina t’evî dêlêgasîya h’ukumata Herêma K’urdistanê, wezîr gotîye r’ojne’mevana,wekî h’ukumata Îraqê û ya Herêma K’urdistanê p’evk’etin, ku ji meha çileda Hewilêrê herr’oj 25O-î h’ezar barêl neft bide Beg’dayê.Ewî usa jî gotîye,wekî pirsa byûcêya sala 2O2O-î jî hatîye gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button