Aborî

Nava sal û nîvekêda zêdaya byûcêya Ermenîstanê gihîştîye 32 selefa

Wezîreta Ermenîstanêye fînansa nava r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsara êkonomîzan Gor’ Sar’ûkyan r’aber kirîye, ya ku cêrge r’eqemên derheqa zêdaya byûcêya dewletêda didine k’ifşê. Zêdaya byûcêya dewletê nava sal û nîvekêda bi 32 selefava pêşda çûye. Ev zêdayî dighîje 29O mîlîyard dirama. Himberî sala 2O18-a, ji meha çile h’etanî cotmehê, îsal ew zêdayî gihîştîye 2O selefî, lê himberî sala 2O17-a ew gihîştîye 32 selefî”,-êkonomîzan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button