H’emû nûçe

Kovara amêrîkîye r’êwîtîyê navnîşa 2O welata r’aber kirîye

Kovara amêrîkîye r’êwîtîyê navnîşa 2O welata r’aber kirîye, li k’îderê dikarî sala 2O2O-î biqesidî,  cîyê e’wlinda Ermenîstane. “Ermenîstan li ser wê r’êye, ya ku sala tê wê bibe ji wan welata, yên ku wê diha gelekî bên gotûbêjkirinê”,-nava miqalêda hatîye gotinê.Hatîye nivîsarê, ku ewên ku diçine Ermenîstanê, gerekê li Yêrêvanê bimînin, lê paşê tê pêşnîyarkirinê, ku dikarin li meydana K’omarê, Kaskadê, komplêk’sa Sîsêrnaka’êrdê biqesidin, ya ku p’êşk’êşî k’omkujîya ermenîye sala 1915-a kirine. Ji bajêr’ der jî meriv dikare li dêrên ermenî biqeside, her’ine li ber gola Sêvanê, Dîlîcanê û cîyên başqe.Nava navnîşa wan 2O welatada usa jî navên Brazîlîyaê, Îspanîyaê, Kanadayê, Danîyaê, Argêntînayê û welatên mayîn hatine dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button