H’emû nûçe

De’w û doza Qerebag’ê nikare bi r’îya leşkerî bê h’elkirinê: e’lametîya k’oma Mînskê

Li dawîya h’emcivîna wezîra, ya Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropaêye li Bratîslavayê, h’emsedirên k’oma Mînskê e’lametîya t’evayî belav kirine û dane dîyarkirinê,wekî ew borcdarin t’evî h’elkirina pirsgirêka Qerebag’ê bibin.H’emsedira h’alê himberî berê e’dil baş qîmet kirine.Wana kêmbûna h’alê sert û gavên bona hazirkirina cime’tên herdu welataye bo aşîtîyê silav kirîye. Nava e’lametîyêda usa jî derheqa p’evguhar’tinên seredanên r’ojne’mevanada hatîye dîyarkirinê. H’emsedira careke mayîn gotîye,wekî de’w û doza Qerebag’ê nikare bi r’îya leşkerî bê h’elkirinê û pêr’a jî bangî alîya kirine ku bêyî t’u qewil-qirara alî t’evî hevr’axeberdanabin

Zêdetir nîşan bide
Back to top button