SerekeSîyasî

Me’sûd Barzanî: DAÎŞ mînanî berê bona herêmê qezîyaye

Lîdêrê k’urdî h’ukumdar û serokê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Me’sûd Barzanî pêncê k’anûnê e’lam kirîye,wekî t’eşkîleta têr’orîstîye DAÎŞ mînanî berê bona bêqezîyabûn û qewînbûna herêmê qezîyaye, nenihêr’î wê yekê,wekî k’oma DAÎŞ-ê nava şêr’da bin k’etîye.Nava xeberdana xweda Barzanî gotîye,wekî êrîşên DAÎŞ-ê didine k’ifşê,wekî k’oma wan careke mayîn berev bûye.Em bêjin,wekî çarê k’anûnê, nava vê h’evtêda îdî cara duda, ç’ekdarên DAÎŞ-ê êrîş birine li ser k’omên pêşmergaye nêzîkî Xaneqînê.Wextê vî şer’î sê pêşmerge şih’îd k’etine û dudu jî birîndar bûne. Me’sûd Barzanî serxweşî daye malbetên pêşmergên şih’îdk’etî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button