Piştî wê de’wek’arîyê, ku serekwezîrê Îraqê Adil Mahdî dûr bik’eve, niha jî protêstokirên îraqî de’wê dikin ku parlamênta welêt belavbe.K’urdistan 24-ê daye dîyarkirinê,wekî protêstokirên îraqîye dijî h’ukumatê dîsa ji soqaqa naçin, nenihêr’î wê yekê,wekî Adil Mahdî ji qulixa xwe îdî dûrk’etîye.Niha jî ew de’wa belavkirina parlamêntê dikin.Organîzeya Net’ewên Yekbûyî pêşda e’lam kiribû,wekî ji destpêka protêstokirina, ji 4OO-î zêdetir protêstokir hatine kuştinê, lê ji 17 h’ezara jî zêdetir hatine birîndarkirinê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close