
R’oja şemîyê dêlêgasîya r’êjîma Sûrîyaê li bajar’ê Qamişlîyê qesidîye,li k’îderê hevr’axeberdanên t’evî k’urda derbaz kirine.Kanîyên li r’ex h’ukumata Sûrîyaê r’agîhandine,wekî ew usa jî r’astî lîdêrên e’reba û asorîya hatine.Hatîye îzbatkirinê,wekî k’urda careke mayîn daye dîyarkirinê, ku ew naxwezin ji Sûrîyaê biqetin û nava şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê k’urda r’ola girîng lîstîye. Dêlêgasîyaê pêşnîyar kirîye,wekî navê admînîstrasîya li bakûrê Sûrîyaê biguhêr’in û bikine çawa admînîstrasîya cî.Hela hê zelal nîne, ku piştî hevr’axebrdana alî gihîştine p’evk’etinên konkrêt, yan na.







