H’emû nûçe

Xwestina sîyaysî, ya ji k’okêva r’akirina r’uşetxwerinê heye:Nîkol P’aşînyan

Li Ermenîstanê sîstêma r’uşetxwerinê t’une, lê ew yek nade k’ifşê,wekî r’uşetxewerin t’une.Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr wextê civîna navnet’ewîye  bo şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinê gotîye. “Sîstêma r’uşetxwerinê ewe, wextê ku nava doranên r’uşetxwerinêda p’areke wan p’era dighîje doranên here jorin.Ez bi fir’naxbûn dibêjim,wekî li Ermenîstanê sîstêma r’uşetxwerinê t’une, lê ew yek nade k’ifşê,wekî li Ermenîstanê r’uşetxwerin t’une. Ez dixwezim zelal bêjim,wekî xwestina ji k’okêva r’akirina r’uşetxwerinê heye”,- Nîkol P’aşînyan gotîye.Pirsa mayîn ewe, wekî şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinê çawa şer’k’arîya dijî seroketîya berê neyê qebûlkirinê. “ Bona min ew yek dubare tiştê qebûlkirinê nîne,wextê ku merivê ji alîyê minda k’ifşkirî dik’eve nava r’uşetxwerinê. Ez dixwezim bêjim,wekî van axirîya here kêm çar nevsên derecebilind nava wê yekêda hatine gunek’arkirinê”,-P’aşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button