H’emû nûçe

Gotûbêjkirina civakî derheqa proêkta k’itêba qanûnada derbaz bûye

Bi ce’dandinên wezîreta Ermenîstanêye e’daletê û berne’ma Avropî gotûbêjkirina civakî derheqa proêkta k’itêba Ermenîstanêye qanûnada hatîye t’eşkîlkirinê. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî e’daletê R’ûstam Badasyan gotîye. Bi gotina wî wextê gotûbêjkirina fikirên alîyên cûr’e-cûr’e hatine h’esabhildanê û niha jî xebatên hazirkirina proêkta berdewam dibin. Proêkta k’itêba qanûna gerekê anegorî normên Avropîbe. Wek’îla Yektîya Avropaêye li Ermenîstanê Yêkatêrîna Dorodnovayê gotîye, wekî Yektîya Avropayê bi k’ûrayî nêzîkî werguhastinên meh’kemê û h’iqûqî dibe.Ewê gotîye,wekî Yektîya Avropayê hazire piştgirîya xweye nava werguhastinên wan govekada berdewamke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button