SerekeSîyasî

Îtalîyayê piştgirîya hindava pêşmergada berdewam bike

17-ê k’anûnê Îtalîyaê îzbat kirîye, wekî wê piştgirîya leşkerîye hindava pêşmergên K’urdistanêda berdewam bike, çimkî têr’orîzm li Îraqê hela hê nehatîye t’unekirinê. Serekwezîr Me’srûr Barzanî wezîrê Îtalîaêyî p’arastinê Lorênso Gêrînî qebûl kirîye, yê ku bi seredan hatîye Hewilêrê.Wextê r’asthatinê fikirên dora qewimandinên sîyasîye van axirîya û pirsên bêqezîyabûnê hatine p’evguhar’tinê.Gêrînî derheqa heleqetîyên dîrokîye di navbera K’urdistanê û Îtalîyaêda daye dîyarkirinê û bona şer’ê dijî DAÎŞ-ê r’azalixî e’lamî pêşmerga kirîye.Ewî serda zêde kirîye,wekî li Îraqê û li Îtalîyaê hela hê qezîya têr’orîzmê heye û bo wê yekê jî R’omayê piştgirîyê bide pêşmerga. Sirîya xweda Barzanî r’azalixî e’lamî Îtalîyaê kirîye û guman e’lam kirîye,wekî di navbera alîyada hevk’arî wê diha sixbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button