Sereke
Barzanîyê serekwezîr cejina êzdîya pîroz kirîye

Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî h’emû êzdîyên li K’urdistanê û li t’emamîya dinîyaê silav kirîye û e’yda wan pîroz kirîye. Me’srûr Barzanî xwestina xwe e’lam kirîye, kö êzdî cejina xwe nava aşîtîyê û şabûnêda derbazke.Ewî careke mayîn derheqa xweykirina mafên êzdîyada daye dîyarkirinê. “H’ukumata Herêma K’urdistanê wê t’u ce’dandina nehêvşîne bona ku piştgirîyê bide xwîşk û birayên meye êzdî ku ew veger’ine malên xwe û h’emû mecal bona wan hebin”,-nava pîrozbahîya serekwezîrda hatîye gotinê.Em careke mayîn bîr bînin,wekî piştî sê r’ojên r’ojîya, îro E’yda Êzîde.Em jî ji alîyê beşa axavtinên k’urdîda cejina h’emûya pîroz dikin.