H’emû nûçe
Dewletê îdî ji 46O-î zêdetir berne’me destpê kirine

H’ukumata Ermenîstanê û sêktora şexsî sala 2O19-da ji 483 berne’ma îdî 462 destpê kirine. Dewletê nava dorana deh mîlîyard diramada sozê xwe qedandîye. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî têrîtorîya Sûrên Papînkyan wextê prêss-konfêransê gotîye. Nava dorana wan berne’mada 112 kîlomêtr r’êyên bi asfaltê hatine çêkirinê. Anegorî wan berne’ma usa jî berne’mên girêdayî ava xwerinêr’a, usa jî ava bêcerkirinêr’a hatine mîyaserkirinê.







