Serokê Herêma K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî û serokê parlamênta Îraqê Meh’med Xalbûsî li Hewilêrê r’asthatin derbaz kirine.Wextê r’asthatinê cîgirê serekwezîrê Îraqê û wezîrê fînansa Fûad H’usêyn jî hazir bûye, wextê k’îjanê qewimandinên van axirîyaye li Îraqê û li herêmê, pr’oêktên qanûnên ku hatibûne r’aberkirinê, hatine gotûbêjkirinê.Barzanî û Xalbûsî p’evk’etine, ku t’evayî bixebitin, bona ku pirsên pêşdahatî h’elkin. Herdu alîya jî fikir e’lam kirine, ku anegorî xwestina cime’ta Îraqê serekwezîrê Îraqêyî nû hilbijêrin.
Herwiha kontr’ol bike
Close