SerekeSîyasî

Me’sûd Barzanî derheqa h’alê li Îraqêyî bi qezîya e’şaretîyê dide

Lîdêrê k’urdî e’yan û serokê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Me’sûd Barzanî derheqa mecala werguhastina h’alê sertî li Îraqê û li t’emamîya herêmê e’şaretî daye, heger alî bi cabdarî k’ar nekin.Nava e’lametîya xweda Barzanî h’alê pêşdahatî  çawa “h’alê bi qezîya” nav kirîye. “Nava h’alê wî cûr’eyîda lazime ku bi gotûbêjkirina û logîkayê pêşda her’in, ku qirarê bibînin, lê ne bi êmosîyayên xwe pêşda her’in”,- Me’sûd Barzanî gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî k’urdê alî wana bikin, yên ku h’elkirina krîzîsê diger’in û yên ku wê bona k’ara meriva bişuxulin. “Heger usa nîbe emê piştgirîyê nedin wê yekê, bi saya çi cime’tê berbi şêr’ û pêşer’oja nee’yan de’fdin”,-Me’sûd Barzanî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button