Wezîreta K’urdistana Îraqêye k’arên hundur’ e’lam kirîye,wekî nava encamên derbên Îranêye berbi baza amêrîkîye li Hewilêrê zyank’êş t’unene.Berbanga r’oja çarşemê qewatên îranî bi r’okêta derb gîhandine bazayên amêrîkîye li Herêma K’urdistanê û provînsîya Îraqêye Ambarê. Serokê ŞAY, Pêntagonê û nevsên mayîne r’esmî e’lam kirine,wekî zyana matêrîyalî hela hê e’yan nîne.Qewatên îranî cabdarîya wê êrîşê hildane ser xwe û ew yek h’esab kirine çawa caba kuştina fermandarê îranî Qasim Silêmanî.Em bêjin,wekî Qasim Silêmanî t’evî Mahdî Mûhandîs, yê ku cîgirê serokê r’ezedilvanên şih’îyaye li Îraqê bû, r’ûê derbên ŞAY-ye avîyasîyonda li Beg’dayê hatine kuştinê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close