H’emû nûçe

Lêpirsîna Nîkol P’aşînyan du seh’et nîva k’işandîye

Komîtêya lêpirsînê girêdayî derbazkirina lêpirsîna Nîkol P’aşînyanê serekwezîrr’a e’lametî belav kirîye. “Nava şuxulê lêpirsînêye sala 2O18-da, ya 11-ê meha îlonê û pêncê k’anûnê, wextê ku xeberdanên Nîkol P’aşînyan û serokê qulixdarîya bêqezîyabûnêyî berê Art’ûr Vanêsyan, usa jî xeberdana serokê qulixdarîya lêpirsînê Sasûn Xaçatryan û serokê qulixdarîya bêqezyabûnêyî berê Art’ûr Vanêsyane bi têlêfonê hatibûne guhdarkirinê, nivîsarê û ew deng bi întêrnêtê hatibûne belavkirinê. Girêdayî wî şuxulîr’a çawa şe’de Nîkol P’aşînyan jî t’eglîfî li komîtêya lêpirsînê kiribûn.Nava dorana lêpirsînêda Nîkol P’aşînyan usa jî çawa zyank’êş hatîye lêpirsînê, çimkî guhdarkirin û nivîsara dengê wî tê h’esabê t’er’ibandina maf û berjewandîyên wî. Bi t’omerî hildayî lêpirsîna Nîkol P’aşînyan du  seh’et 35 deqe k’işandîye”,-nava e’lametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button