Alîk’arê k’atibê ŞAY-yî dewletê Dêyvîd Şênkêr derheqa seredana xweye li Herêma K’urdistanê r’aberî r’ojne’mevana kirîye.Şênkêr piştî derbên Îranêye r’okêtaye berbi bazayên amêrîkîye li Îraqê çûbû Hewilêrê. “Ez li Hewilêrê r’astî çend lîdêrên K’urdistanê Îraqê hatim. Wextê her r’asthatinekê min r’azalixî e’lamî hevk’arên k’urdên Îraqê kir, bona piştgirîyê û da fe’mkirinê,wekî ŞAY berbi şer’ê t’evî Îranê nace’dîne. Me derheqa qewînkirina p’êwendîyada xeberdaye. Xeberdanên meye li Hewilêrê derheqa qewînkirina hevk’arîya stratêgîda bûne, ya ku ji sala 1991-da me t’evî k’urda xweyî kirine”,-Şênkêr gotîye.Piştî Hewilêrê ew çûye Yektîya Mîrtîyên E’reba, li k’îderê ew r’astî wezîrê dewletê Anvar Gargaş û usa jî spîkêrê parlamênta Îraqê Meh’med Al Xalbûsî hatîye, yê ku li Yektîya Mîrtîyên E’reba bû.
Gotarên eynî
Dadgeha cezayê giran biryara dadgehê ya di derbarê Robêrt Koçaryan û yên din de betal kir: wê ji bo mûayeneyeke nû bê şandin
16.09.2024, 18:18
Serokkomarê Îranê di serdana xwe ya bo Îraqê careke din tekezî li ser hevkarîya nêzîk dike û “sehetê ji nû ve kontrol dike”: pispor
16.09.2024, 17:20
Komkirina îmzeyan ya li gelemperîya welêt li ser mijara rêfêrandûma endamtîya Yekîtîya Avropayê dest pê kir
16.09.2024, 16:25