SerekeSîyasî

E’bdil Mahdî dixweze wekî leşkerên alman li Îraqê bimînin

Nenihêr’î wê yekê,wekî parlamênta Îraqê qirar qebûl kirîye, ku eskerên welatên der ji Îraqê derk’evin, serekwezîr E’bdil Mehdî dixweze, ku eskerên alman bimînin.Derheqa wê yekêda wezîrê Almanîyaêyî k’arên der Hêyko Maas e’lam kirîye. Piştî kuştina gênêralê Îranê palata Îraqêye Wek’îla qirar qebûl kir, ku h’emû eskerên bîyanî ji welêt derk’evin. “Serekwezîr gotîye me,wekî Beg’da h’ewask’arîya cuda hindava berdewamkirina şuxulk’arîya dijî DAÎŞ-ê dide k’ifşê û gotîye,wekî eskerê Almanîyaê gerekê bimîne”,-Maas gotîye parlamêntvanên Almanîyaê.“Me her dem gotîye,wekî em qedirê serbestîya Îraqê digrin û emê h’emû qirarên li wir qebûlkin.Em îzbat dikin,wekî emê piştgirîya xwe berdewamkin, çimkî gavên mayîn dikarin neqewînbûnê li Îraqê pêşda bînin”,-wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button