Lîdêrê k’urd Me’sûdê Barzanî konsûlê Fransîyaêyî li Hewilêrê Olîvîyê Dêkotînî qebûl kirîye. Bi gotûbêjkirina qewimandinên van axirîyaye li herêmê, konsûlê Fransîyaê gotîye Barzanî,wekî Fransîya girîngîyê dide bêqezîyabûna Herêma K’urdistanê û Îraqê.Wextê r’asthatinê usa jî derheqa h’alê li Îraqê xeberdan çûye û paşê derheqa sertbûna h’alê li herêmê û li t’emamîya dinîyaê hatîye dîyarkirinê.Dîplomatê Fransîyayê daye dîyarkirinê,wekî bêqezîyabûna Herêma K’urdistanê û Îraqê bona welatê wî girînge û bo wê yekê jî ew t’evî qewatên navnet’ewî dixwezin nava şer’k’arîya dijî têr’orîzmê piştgirîyê bidine K’urdistanê û Îraqê.Usa jî hatîye gotinê,wekî qezîya careke mayîn pêşdahatina DAÎŞ-da heye.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close - Di navbera Îranê û Adirbêcanê de şerekî giran dighîje: pispor19.04.2024, 14:50