SerekeSîyasî

Parlamênta K’urdistanê proêkta qanûna derheqa r’êformêda qebûl kir

Parlamênta Herêma K’urdistanê civîna xwe derbaz kirîye, bona ku qanûna derheqa r’êformêda hazirke û bo wê yekê dengdayînê derbazke. Piştî gotûbêjkirina sê seh’etê, proêkta qanûnê ji alîyê 89 parlamêntvanada hate qebûlkirinê.Proêkta qanûnê ji alîyê h’ukumata K’urdistanêda hatibû hazirkirinê, ya ku gumane pirsên mi’aş û pênsîyayên qulixçîyên dewletê bide qirarkirinê. Peyî wê yekêr’a proêkt gerekê ji alîyê serokê K’urdistanêda nava 15 r’ojada bê qebûlkirinê.Xwendina proêkta qanûnêye li parlamêntê 19-ê k’anûnê derbaz bibû.Xwendina duda r’oja sêşemê derbaz bûye û piştî sê r’oja ew bona dengdayînê hatibû pêşdak’işandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button