H’emû nûçe

Armên Sargsyan wê t’evî r’asthatina forûma li Davosê bibe

Serokê K’omara Ermenîstanê Armên Sargsyan bi seredana xebatêva çûye Şvêysarîyaê.Ewê bi t’eglîfkirina h’îmdar û sedirê forûmê Klaûs Şvab t’evî forûma li Davosê bibe.Ji t’emamîya dinîyaê ji sê h’ezara zêdetir meriv t’evî forûmê dibin, wextê k’îjanê 7OO meriv wê bi xeberdan pêşda bên, wê pirsên  girêdayî govekên êkonomîkî, têxnologîya, êkologîyaê û senayê goûtbêj bikin. Armên Sargsyan çawa xeberdankir wê derheqa pirsên pêşdaçûyînên li dnîyaê, r’îskên h’emdinîyayîda xeberde.Sargsyanê nava dorana h’emcivînêda usa jî r’astî  serokên cêrge dewleta û h’ukumata, wek’îlên doranên bîznêsê bê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button