H’emû nûçe

Dijî Sêrj Sargsyan û çar merivên başqe îş hatîye pêşdak’işandinê

Ji qulixdarîya Ermenîstanêye lêpirsînêye mexsûs r’agîhandine,wekî anegorî şe’detîyên destanî zelal bûye, wekî bi t’eşkîldarîya serokê Ermenîstanêyî sisîya Sêrj Sargsyan û bi t’evbûna  xudîyê hevaltîya “Flêş”-ê Barsêg’ Bêglaryan, bi alîk’arîya cîgirê wezîrê Ermenîtstanêyî malhebûna gundîtîyîêyî berê Samvêl Galstyan û xebatk’arekî wezîretêyî mayîn Gêvorg Harûtî’yûnyan, ji alîyê wezîrê malhebûna gundîtîêyî berê Sêrgo Karapêtyanda meha çileya sala 2O13-a ji fonda h’ukumata Ermenîstanê bona mîyaserkirina berne’ma,   nêzîkî 49O mîlîyon diramê Ermenîstanê bona ardûyê dîzêlîyê hatine derxistinê.Ev meriv anegorî xalên qanûna Ermenîstanêye cuda-cuda tên gunek’arkirinê.Lêpirsîna pêşin îdî ser hevda hatîye.Hatîye r’agîhandinê,wekî îşê pêşdak’işandî îdî şandine meh’kemê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button