SerekeSîyasî

K’urd piştgirîya Adil E’bdil Mahdî dikin

Parlamêntvana ji partîya K’urdistanêye dêmokratîk Meyade Necarê e’lam kirîye,wekî k’urd piştgirîyê didine wê  pirsê, ku Adil E’bdil Mahdî qulixa serekwezîrê Îraqêda bimîne. “Careke mayîn hilbijartin, yan jî derxistina Adil Mahdî  t’u zyanekê nade k’urda.E’bdil Mahdî ew merive, yê ku anegorî mafên konstîtûsîyon nêzîkî k’urda bûye û wê yekê zêdetir bona k’urda t’u tişt nekirîye. Bi wî cûr’eyî em dijî wê yekê nînin, ku E’bdil Mahdî qulixa serekwezîrê Îraqêda bimîne”,-Meyade Nacarê gotîye.Ewê daye dîyarkirinê,wekî kandîdatê ku wê dewsa E’bdil Mahdî bê hilbijartinê, gerekê wî cûr’eyî mayfên k’urdaye konstîtûsîon xweyke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button