Sîyasî

E’şîrên Nînêvîyaê dijî qirara parlamêntêne ku eskerên ŞAY bên derxistinê

E’şîrên e’rebaye li provînsîya Îraqêye Nînêvîyaê, qirara parlamênta Îraqêye van axirîyaye derheqa derxistina eskerên amêrîkîye ji welêt înk’ar dikin. Derheqa wê yekêda k’atibê prêssyaê, yê e’şîrên li Nînêvîyaê gotîye.Wek’îlê e’şîrên e’rebaye li Nînêvîyaê Mozahîm Xvêt e’lam kirîye,wekî ew çawa sunî qirara parlamêntê înk’ar dikin û serda zêde kirîye,wekî ew qirar ya yekalî bûye, t’evî k’îjanê nebûne sunî û k’urd.Pêşda parlamênta Îraqê r’êzolyûsîya qebûl kiribû, anegorî k’îjanê eskerên welatên dere li Îraqê ji Îraqê derk’evin.Ew qirar piştî kuştina  fermandarê îranî Qasim Silêmanî hatîye qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button