H’emû nûçeSereke
Parlamênta Ermenîstanê pr’oêkta qanûna derheqa “ dizên bi qanûnî” qebûl krîye
Parlamênta Ermenîstanê bi xwendina cara duda pr’oêkta qanûna derheqa “dizên bi qanûnî” qebûl kirîye. Pr’oêkta qanûnê bi 73 denga hate qebûlkirinê. 2O parlamêntvan dijî wê yekê bûn, lê 15-a jî dengê xwe qet nedane.Anegorî pr’oêkta qanûnê têr’a tê dîtinê ku bona statûsa xirabk’arîyêye wî cûr’eyî meriva bînin ber cabdarîyê.Heger merivek usa jî bona piştgirîyê berbir’î merivên wî cûr’eyî bibe, wê ber cabdarîyê bisekine. Sazkirina k’omên xirabk’araye wî cûr’eyî, yan jî serk’arîkirina wan tê cezakirinê