H’emû nûçeSereke

Pasportên Yaponîyaê bona seferê “yên here başin”

Hevaltîya Henley & Partners-ê îndêk’sa pasportên welatên cuda-cuda belav  kirîye û nava wê navnîşêda pasportên ermenî cîyê 81-nin, t’evî pasportên Mong’olîyaê û Bênînê.Hatîye dîyarkirinê,wekî bona seferê pasportên here baş yên Yaponîyaêye. Mecala welatîyên Yaponîyaê heye ku îsal bêyî vîza li 191 welata biqesidin. Cîyê dudada pasporta Sîngapûrêye, welatîyên k’îjanê dikarin li 19O welata biqesidin. Cîyê sisîya Korêya Başûr û Almanîyane.Bi pasportên wan dikarin li 189 welata biqesidin.Welatîyên Fînlandîyaê dikarin li 188 welata biqesidin. Cîyê pêncada pasportên Danîyaê, Lyûk’sêmbûrgêne, yên ku dikarin her’in 188 welata. Pasportên R’ûsîyaê cîyê 51-nin.Welatîyên R’ûsîyaê sala 2O2O-î dikarin li 118 welata biqesidin. Cîyê dawîda Afg’anistane, welatîyên k’îjanê dikarin li 26 welata bêyî vîza biqesidin

Zêdetir nîşan bide
Back to top button