H’emû nûçe

Qanûna dijî olîgarxa ji alîê parlamêntêda hate qebûlkirinê

Li Ermenîstanê meh’keme wê bikaribe înformasîyaê ne t’enê derheqa gunek’arên nava goveka fînansîda, lê usa jî derheqa h’esabên bankaye wan merivada bistîne, yên ku wanava girêdayîne. Li parlamêntê pr’oêkta guhar’tinên têr’adîtîye nava qanûna “derheqa sur’a bankêda” û  ya “qanûna derheqa zêdekirinên nava k’itêba qanûdada” hate qebûlkirinê. Qanûn îzinê dide, ku ne t’enê  h’esabên merivên ku t’er’ibandinên fînansî dikin, kontrolkin, lê usa jî h’esabên wan meriva kontrolkin, yên ku wanva girêdayîne.Feqet meh’keme dikare navçîgarîyê wî çaxî r’aberke, heger şikberî derheqa ner’astîyada hebin.Wî çaxî serokê meh’kema sereke, yan jî cîgirê wî gerekê begemîyê bidine wê yekê. H’akim gerekê şe’detîyên giran r’aberke, yên ku li ser wan matêrîyala tên bingehkirinê.Heger ew pêwîstin bona eşkerekirina wî îşî û heger r’êke başqe t’une ku şe’detîya bistînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button