Wezîrê Îtalîyaêyî p’arastinê çûye Hewilêrê
Wezîrê Îtalîyaêyî p’arastinê Lorênso Gêrînî çûye p’ayt’extê K’urdistanê-Hewilêrê.Eva seredana wîye li Hewilêrêye dudaye, ya nava 35 r’ojada.Wezîrê pêşmergên K’urdistanê Şoriş Îsmayîl wezîrê Îtalîyayê p’êşwazî kirîye. Hîvîêne,wekî wezîrê Îtalîyayê wê hevr’axeberdana t’evî cêrge nevsên K’urdistanêye r’esmî derbazke.Têr’a tê dîtinê, ku hevr’axeberdanê derheqa hazirîya eskerê Îtalyaêye li Herêma K’urdistanê û Îraqêdabe. Îtalîya dik’eve nava koalîsîyona navnet’ewîye dijî DAÎŞ-ê.Nêzîkî 8OO qulixçîyên îtalîye leşkerî li K’urdistanêne, lê nêzîkî 6OO-î jî li Îraqê.H’ukumata Îtalîyayê alîk’arîya hazirkirina pêşmerga û usa jî piştgirîya matêrîyalî-têxnîkî dide pêşmerga.Wezîrê Îtalyaêyî p’arastinê pêşîya vê seredanê 17-ê k’anûna sala 2O19-a çûbû K’urdistanê.