Cîhan

Ermenîstan li Îspanîyayê wextê p’êşengeha tûrîzmêye navnet’ewî hatîye r’aberkirinê

 Bi piştgirîya asosîyasîya “Tûrîzm Armênîya”-ê bi salona mezin û t’evayî Ermenîstan wextê p’êşengeha tûrîzmê hatîye r’aberkirinê, ya ku li p’ayt’extê Îspanîyaê-Madrîdê derbaz dibe. Bi r’agîhandina Armênprêssê tûrîzma Ermenîstanê neh hevaltîyên cêr’ibandî r’aber dikin.Wextê p’êşengehê ji deh h’ezara zêdetir opêratorên tûrîzmêye ji 16O welatên dinîyaê berev bûne. Hîvîyêne,wekî r’eqema t’emaşevana wê ji 25O-î h’ezarî zêdetirbe. Opêratorên tûrîzmêye ji Ermenîstanê guhdarîya h’îmlî danîne li ser mecalên çandê gastrotûrîzmê. “Îsal Ermenîstan bi çend stêndên biç’ûkva nayê r’aberkirin, lê ew bi salona t’evaîye mezinva tê r’aberkirinê. Salonêda ne t’enê endamên asosîyasîyaêne, lê usa jî hevaltîyên tûrîzmêye cêr’ibandî”,- sedira asosîyasîya “Tûrîzm Armênîya”-ê Syûzanna Azoyanê gotîye. Asosîyasîya “ Tûrîzm Armênîya” ji sala 1995-da destpêkirî Ermenîstanê r’aber dikin. Piştgirîya r’aberkirina Ermenîstanê kirine wezîreta Ermenîstanêye k’arên der, baylozxana Ermenîstanêye li Îspanîyaê û dîyaspora ermenî.P’êşengeha “ Fîtûr 2O2O” ji 22-ê meha çile destpê bûye û wê pênc r’oja bik’işîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button