
Nava du r’ojên dawîda wextê protêstokirinên li Îraqê,wextê p’evçûyînên t’evî qewatên bêqezîyabûnê deh protêstokir hatine kuştinê, 13O-î jî birîndar bûne.Ev înformasîya komîsîya Îraqêye mafên mêriv r’aber kirîye.Anegorî wê înformasîyaê protêstokirên kuştî diha gelekî li Beg’dayêne, li k’îderê çar meriv hatine kuştinê, 85 jî birîndar bûne. Sê meriv li Basirayê hatine kuştinê, 21 jî birîndar bûne. Li bajar’ê K’erbelê du protêstokir hatine kuştinê, 18 jî birîndar bûne. Li Dîyalê merivek hatîye kuştinê, sisê jî birîndar bûne. Li Nasirê h’eyşt mervi birîndar bûne.Xêncî wê yekê bi t’omerî hildayî 24 xebatk’arên polîsîyaê birîndar bûne.