H’emû nûçeSereke

Mîxayîl Mîşûstîn Tîgran Sargsyan xelat kirîye

Serekwezîrê R’ûsîyaê Mîxayîl Mîşûstîn e’mirnivîsar îmze kirîye, anegorî k’îjanê sedirê kolêgîya komîsîya Avrasîyaêye êkonomîkî Tîgran Sargsyan bi mêdala dereca Stolîpîne e’wlin hatîye xelatkirinê. “Bona emekê nava k’arê pêşdabirin û qewînkirina Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkî, sedirê kolêgîya komîsîya Avrasîyaêye êkonomîk Tîgran Sûrênî Sargsyan bi mêdala Stolîpîne dereca e’wlin xelatkin”,-nava dokûmêntêda hatîye gotinê.Mêdala Stolîpîn xelata h’ukumata R’ûsîyaêye, ya ku   bi navê  sedirê şêwira wezîra, yê împêratorîya R’ûsîyaê Pyotr Arkadêvîç Stolîpîn hatîye navkirinê. Bi wê mêdalê ew meriv tên xelatkirinê, emekê k’îjana nava h’elkirina pirsgirêkên  pêşdaçûyîna sosîyal-êkonomîkîye stratêgîda hene, nava wanda k’arê mîyaserkirina berne’mên h’ukumatêye we’dedirêj, yên nava govekên cuda-cudada.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button