H’emû nûçeSereke

P’aşînyanê bibe serokê Ermenîstanêyî e’wlin, yê ku bi seredan diçe Nîdêr’landa

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr nava sala 2O2O-da wê li Nîdêr’landa biqeside.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstaêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan wextê t’evî wezîrê Nîdêr’anlandayî k’arên Stêf  Blok gotîye. “Ji destpêka îzbatkirina heleqetîyên dîplomatî evê bibe seredana seroketîya welête li Nîdêr’anlandaye e’wlin”,-Mnasakanyan gotîye.Em bêjin,wekî wezîrê Nîdêr’anlandayî k’arên der bona vekirina bayloxana Nîdêr’anlandaye li Ermenîstanêye hatibû Yêrêvanê. Mnasakanyan gotîye,wekî heleqetîyên herdu welata derk’etine êtapeke nû. “Eva qewimandineke k’ifşe, bona ku organa qanûndar berbir’î h’ukumatê bibe, ku baylozxane bê vekirinê.Evê bibe r’ûp’elekeî nû nava heleqetîyên dualîda”,-wezîr gotîye.Sirîya xweda wezîrê Nîdêr’anlanda derheqa girîngîya di navbera herdu welatada xeberdaye û derheqa berfirebûna hevk’arîya Ermenîstanê û Yektîya Avropayê daye dîyarkirinê.Wextê dayîna caba pirsa derheqa r’êjîma vîzayêye di navbera Yektîya Avropayê û Ermenîstanêda, ewî gotîye,wekî wê yekê gerekê komîsîya Avropayê qîmetke, lê ne ku h’ukumata Nîdêr’landa.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button