H’emû nûçeSereke

Ew yek derewe:Solak Hakobyanê doxtir derheqa sag’lemîya serekwezîrda

Serokê merk’eza nexweşên p’isîxolocî Solak Hakobyan ew înformasîya nava pirêsa r’ûsa û ermenîda belavbûyî înk’ar dike, ku serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan alîyê p’isîxolocîda nexweşe.Solak Hakobyan dide dîyarkirinê, wekî ew ji K’omara Ermenîstanê dere û ewî ew înformasîya xwendîye û bo wê yekê jî derheqa wê yekêda daye dîyarkirinê: “Ez bi r’esmî e’lam dikim,wekî serekwezîrê Ermenîstanê yan jî endamekî malbeta wî pirsên usava berbir’î me nebûne. Ew çi ku nava t’or’a întêrnêtêda hatîye belavkirinê,ew yek derewa eşkereye û ne anegorî r’astîyêye”,-Solak Hakobyan r’ûp’elê xweyî fêsbûkêda nivîsîye.Em bêjin,wekî pêşda miqalekêda hatibû dîyarkirinê,wekî nexweşîya wî cûr’eyî li cem serekwezîr heye.Usa jî hatibû dîyarkirinê,wekî doxtirê wî jî hema xût Solak Hakobyane.Nava miqalêda usa jî derheqa serokê Bêlar’ûsê Alêk’sandr Lûkaşênkoda hatîye dîyarkirinê û hatîye gotinê,wekî h’alê wî alîyê p’isîxolocîda ne başe, ew bona wê yekê dermana dide xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button