Sîyasî

Farîs Îsa: e’rdên ji alîyê e’rebada konfîskasyîakirîye li K’irkûkê wê careke mayîn paşda bidine xweyên wan

Wek’îlê Herêma K’urdistanêyî li Beg’dayê gotîye,wekî h’ukumata Îraqê wê anegorî xala konstîtûsîyaêye 14O-î komîtêyê sazke, bona ku  wan pirsava mijûlbe, yên ku girêdayîne wan cîyar’a, yên ku ji alîyê e’rebada hatibûne konfîskasîyakirinê.Wek’îlê K’urdistanê Farîs Îsa gotîye, ku dêlêgasîya h’ukumata K’urdistanê çûye Beg’dayê, ku r’astî seroketîya Îraqê bê bona ku pirsên girêdayî xala konstîtûsîya Îraqêye 14O-î pirsa gotûbêj bikin. Li wir usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî wextê hevr’axeberdana ew pirsê hatine bilindkirinê, yên ku girêdayîne konfîskasîyakirina e’rdên wan merivar’a.Wek’îlê k’urd gotîye,wekî e’rdên li K’irkûkê konfîskasîyakirî wê paşda veger’înine xweyên wan.Em bêjin,wekî piştî qewimandinên 16-ê cotmehê, piştgirîya H’eşid Aş Şaabîyê  hebûna fêrmêrên k’urd, e’rdên wan hatibûne zeftkirinê û t’eslîmî e’reba kiribûn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button