H’emû nûçeSereke

Avropî gerekê te’va Ermenîstanê bidine xebatê

Sîstêmên navnet’ewîye fînansî wê cara e’wlin çêkirina stansîya te’vê bidine fînansekirinê.Serk’arê wek’îltîya banka Avropaêye daçêkirinê û pêşdaçûyînê wê mecala bide xebatê, ku li Kavkaza Başûr pr’oêkta ênêrgêtîka te’vê bê mîyaserkirinê.Bankê nava çêkirina stansîya te’vêda t’evî korporasîya navnet’ewîye fînansî învêstîsîya bike. “Emê cara e’wlin mecala bidine xebatê, ku li Kavkazê pr’oêkta wî cûr’eyî bê mîyaserkirinê.Em difikirin,wekî li Ermenîstanê mecalên pêşxistina ênêrgêtîka te’vê hene. Emê dîna xwe bidine wan pr’oêkta û em hazirin wana fînanse bikin”,-wek’îlê seroketîya bankê Dmîtrî Gvîndazê wextê prêss-koêfêransê gotîye. Em bîr bînin,wekî ew  stansîya sala 2O18-da destpê kirine çê bikin.Bona çêkirina wê li ber k’enarê gola Sêvanê cî hatîye başqekirinê. Ew cî  hevaltîya Nîdêr’anda û Îspanîyaê stendîye, ya ku bona ênêrgîya êlêktrîkî bahê herî nimiz bona kîlovatekî pêşnîyar kirîye, nêzîkî 2O diramî.Qewata stansîyaê wê bighîje 55 mêgovata.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button