Sîyasî

H’akimê îşê Sedem:Îraqê p’araveyî li ser sê welata bibe

K’urdê fêylî Mûnîr H’edad yekî ji wan h’akimê îraqîye, yê ku qirara derheqa cezakirina Sedem H’usêynda qebûl kirîye.Ewî gotîye,wekî Îraqê p’araveyî sê welata bibe. Mûnîr H’edad bi têlêvîzîona Îraqê axivîye, fikira xweye derheqa wê yekêda gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî Îraqê p’araveyî li ser welatên şih’îya, sunîya û k’urda bibe. Nava axavtina xweda H’edad daye dîyarkirinê,wekî beşa k’urda wê pêşk’eve û wê bighîje dereca welatên mînanî Fransîyaê, Bêlgîyaê û Yûnanstanê. Lê beşa sunîya wê bibe mîna dewleta K’ûvêyt’ê û  Yektîya Mîrtîyên e’reba, lê welatê şih’îya wê bibe mîna gundekî li Bangladêşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button