H’emû nûçeSereke

H’akim îşê dijî Sêrj Sargsyan û yên mayîn qebûl kirîye

H’akimê meh’kema Yêrêvanêye Avanê û Nor Nork’ê Vahê Mîsakyan îşê Sêrj Sargsyan û yên mayîn qebûl kirîye.Ev be’sa ji ofîsa h’akim îzbat kirine. Em bêjin,wekî îşê dijî serokê Ermenîstanêyî sisîya Sêrj Sargsyan, wezîrê malhebûna gundîtîyêyî berê Sêrgo Karapêtyan, xudîyê hevaltîya “Flêş”-ê Barsêg’ Bêglaryan, cîgirê wezîrê malhebûna gundîtîêyî berê Samvêl Galstyan, serk’arê beşa wezîretêyî berê Gêvorg Harût’yûnyan ji alîyê h’akimê meh’kema Yêrêvanêye t’omerî Vahê Mîsakyanda hatîye  qebûlkirinê.Vahê Mîsakyan dawîya sala 2O19-a wê qulixêda hatîye k’ifşkirinê, lê ji sala 2O17-da h’akimê meh’kema qeza Şîrakê bûye.Pêşda hatibû e’lamkirinê,wekî fikira gunek’arkirinê îzbat bûye û ew îş şandine meh’kemê.Nava wî îşîda pênc meriv tên gunek’arkirinê.Dijî çar mriva, Sêrj Sargsyan, Barsêg’ Bêlgaryan, cîgirê wezîrê malhebûna gundîtîêyî berê Samvêl Galstyan û usa jî xebatk’arê wezîretêyî berê Gêvorg Harût’yûnyan, anegorî beşa sisîya, ya miqala k’itêba Ermenîstanêye qanûnaye 38-179-a gunek’arkirin hatîye pêşdak’işandinê, lê dijî Sêrgo Karapêtyan bi xala e’wlin, ya miqala 179-a.Nava îşê lêpirsînêda zelal bûye,wekî bi t’eşkîldarîya Sêrj Sargsyan û serokê hevaltîya “Flêş”-ê Barsêg’ Bêglaryan, cîgirê wezîrê malhebûna gundîtîêyî berê Samvêl Galstyan, serk’arê beşa wezîretêyî berê Gêvorg Harûtyûnyan, wezîrê malhebûna gundîtîêyî berê Sêrgo Karapêtyan ji 25-ê meha çile, sala 2O13-da, nava doranên berne’ma piştgirîya dewletê 489 mîlîon 16O h’ezar diram hatine derxistinê û xerckirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button