Aborî

Li Ermenîstanê bi drona darê bêne nikandinê

Li Ermenîstanê dronê bê çêkirinê, bi saya k’îjana darê bên nikandinê û ewê bên kontrolkirinê. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê dor-bera Vardan Mêlîk’yan gotîye.K’anûna sala 2O19-a, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr e’lam kiribû,wekî têr’a tê dîtinê, ku li Ermenîstanê deh mîlîyon dara binikînin.Ewî dabû dîyarkirinê,wekî nikandina bi mîlîona dar sîmvola yektîya deh mîlîyon ermenîyaye dora dewleta Ermenîstanêye.Bi gotina Vardan Mêlîk’yan nava  senaya têxnologîyaên bilind ew berne’me tê mîyaserkirinê, piştî k’îjanê dronê bifir’in û wê t’oximê dara daynin. “Meremê me heye nêzîkbûnên nû bidine xebatê, yên ku wê îzinê bidin, ku pêşer’ojêda xebatên berfire mîyaserkin”,-Mêlîk’yan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî nenihr’î wê yekê, ku ew pirs  çawa ya cetin tê k’ifşê, lê têr’a dîtinê h’etanî meha cotmehê ew yek hazirbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button