H’emû nûçe
Li Ermenîstanê li cem şeş merivên ku hatine lênihêr’andinê, vîrûs nehatîye dîtinê
Li Ermenîstanê li cem şeş merivên ku hatine lênihêr’andinê,vîrûs nehatîye dîtinê. Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye sag’lemîxweykirinê r’agîhandîye. “Çawa ku me pêşda e’lam kiribû, t’êstên koronavîrûsê îdî li Ermenîstanêne.Li cem şeş nexweşên bin şikberîyêda, analîz hatine kirinê.Nava encamên wê yekêda li cem t’u kesî vîrîs nehatîye dîtinê.Wezîreta sag’lemîxweykirinê careke mayîn berbir’î cime’tê dibe, ku t’evlîhev nebin û guhdarîya şêwirên doxtira bikin, ji şirovekirinên ne profêsîyonal dûr bimînin”,-nava e’lametîya wezîretêda hatîye gotinê.