Aborî

Wezîreta fînansa derheqa zêdaya êkonomîkîye nava neh mehada r’aber kirîye

Ji meha çileya sala 2O19-a h’etanî meha îlonê li Ermenîstanê dereca aktîvîya êkonomîkî zêde bûye.Derheqa wê yekêd çarê sibatê wextê civîna komîsîya parlamêntêye pirsên fînansa û byûcêtîyê, wezîrê fînansa Atom Cancûg’azyan gotîye.Bi gotina wî aktîvîya êkonomîkî gihîştîye 7,1 selefa û himberî sala derbazbûyî ew bi O,8 selefa zêde bûye. Senayî nava neh mehada bi 9,7 selefava zêde bûye. Deranîna r’êsûrsên t’ebyetê himberî we’dê derbazbûyî pêş k’etîye. Zêdaya wê gihîştîye 3,5 selefa û bi t’omerî hildayî gihîştîye 19,5 selefa.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button