SerekeSîyasî

Avtonomîya R’ojavayê 35 zar’okên endamên DAÎŞ-ê t’eslîmî R’ûsîyaê kirine

Derheqa wê yekêda wek’îla serokê R’ûsîyayê, ya mafê zar’okaya alîyê  zar’oka Anna Kûznêsovayê wextê prêss-konfêransa t’evayî daye dîyarkirinê.Wextê konfêransê sedirê serwêrtîya admînîstrasîya R’ojavayêye p’êwendîyên der E’bdil K’erîm Omer, usa jî k’atiba prêssayê, ya k’omên jinaye xwep’arastinê Nesirîn E’bdile û du cîgirên şêwira pirsên jinaye li herêmê Cizîr Evîn K’afûs û Darîya R’amadan hazir bûne.Ji alîyê R’ûsîyaêda wek’îla serokê R’ûsîyaêyî pirsên mafên zar’oka Anna Kûznêsova hazir bûye. Anna Kûsnêsova bi r’esmî zar’ok qebûl kirine û ji navê R’ûsîyayê r’azalixî e’lamî serwêrtîya avtonomîya R’ojavayê kirîye û daye dîyarkirinê,wekî ewê xebata t’evayî, ya bona êvakûasîyakirina welatîyên R’ûsîyaê berdewamkin.Anna Kûznêsovayê şirovekirîye,wekî hevr’axeberdanên we’didedirêj t’evî avtonomîya R’ojavyayê derbaz bûne, ku zar’oka cîguhastî R’ûsîyaêykin.H’etanî r’oja îroyîn admînîstrasîya R’ojavayê bi r’esmî 2O8 zar’ok û 17O jin t’eslîmî R’sîyayê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button