SerekeSîyasî

Serokê K’urdistanê zordarîya dijî protêstokirên li Îraqê gunek’ar dike

Serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî zordarîyên dijî protêstokirên li Beg’dayê û li bajar’ên Îraqêye mayîn gunek’ar kirîye. “Em xebitandina qewatêye dijî protêstokirên li Îraqê gunek’ar dikin”,-nava e’lametîya Barzanîda hatîye dîyarkirinê û hatîye gotinê,wekî protêstokirên e’dil mafê cime’ta Îraqêye konstîtûsîyonin û kuştina wana, usa jî xebitandina qewatêye dijî wana çawa xirabk’arî tê h’esabê.Nêç’îrvan Barzanî bang kirîye, ku t’erka zordarîyê bidin û piştgirîya xweye hindava de’wek’arîyên protêstokiraye qanûnî îzbat kirîye.Ev e’lametî piştî wê yekê hatîye kirinê,wextê ku piştgirên lîdêrê îraqî Moktada As Sedir r’oja çarşemê êrîş birine li ser protêstokirên e’dile li Necefê û wî çaxî h’eyşt meriv hatine kuştinê, lê ji sedi zêdetir birîndar bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button