SerekeSîyasî

NATO têr’a divîne mîsîya t’e’lîmkirina li Îraqê berfire bike

T’eşkîleta NATO-ê planên xwe dane eşkerekirinê, yên ku girêdayîne berfirekirina mîsîya xweye li Îraqêr’a, çimkî serokê ŞAY Donald T’ramp’  derheq r’ola t’eşkîletêye li R’ohilata Navîn daye dîyarkirinê. K’atibê NATO-yî sereke Yêns Stoltênbêrg derheqa r’asthatina wezîrên NATO-ye p’arastinê daye dîyarkirinê û gotîye,wekî ewî p’êwendîyên t’evî nevsên Îraqêye r’esmî xweyî kirine, bi wî meremî, bona ku NATO li wir mîsîya diha mezin mîyaserke.Stoltênbêrg gotîye,wekî hela hê qirarên konkrêt t’unene, lê ew dikarin niha li Îraqê hazirkirina kadira mîyaserkin.Bi gotina wî t’e’lîmkirinê careke mayîn destpêbin û bo wê yekê jî t’evî h’ukumata Îraqê şêwirdarî tên derbazkirinê. Feqet Stoltênbêrg gotîye,wekî NATO-ê nikaribe t’u tiştî bike, eger Beg’da piştgirîyê nede.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button