H’emû nûçe
Li qeza Armavîrê k’omên xirabk’ara girtine
Polîsîyaê opêrasyîona bi sirê li qeza Armavîrê derbaz kirîye û meriv girtine, anîne beşa polîsîyayê. “Li ser h’îmê înformasîyonên opêratîv, bi şikberîyên cûr’e-cûr’e meriv girtine û anîne beşên polîsîyayêye li Armavîrê, Vag’arşapatê, Mêsamorê û Bag’ramyanê”,-nava e’lametîya polîsîyaêda hatîye gotinê.Ew hatine lênihêr’andinê û avtomaşînên wanda tiştên mîna narkotîka dîtine. Bi r’ezedilî sîlih’ jî hatine t’eslîmkirinê.Polîsîyayê r’agîhandîye,wekî boy bêqezîyabûna civakê, merivên wî cûr’eyî wê her dem merk’eza guhdarîya polîsîyaêdabin.