H’emû nûçe

Yêrêvan k’etîye nava deh bajar’ên Avropaêye here r’omantîk

14-ê sibatê malp’er’a tûrîzmêye TourStat-ê  girêdayî r’oja Valêntînr’a navnîşa bajar’ên Avropayêye here r’omantîk r’aber kirîye, li k’îderê keç’ û xort bona  derbazkirina hêsabûna xweye wan r’oja  k’îjan bajar’a dibijêrin.Nava deh bajar’ên r’omantîke e’wlinda ev bajar’in: Sankt Pêtêrbûrg, P’arîz, Mînsk, Kalînîngrad, Praha, Yêkatêrînbûrg, Amstêrdam, Bek’û, Yêrêvan û Tallîn.Wextê lêpirsînê 23 selefê lêpirsîyara dengê xwe dane Sankt Pêtêrbûrgê û P’arîzê.Bona Kalîngradê û Mînskê h’eyşt selefê dengaye, lê bona Prhayê h’evt selef.Bona Yêkatêrîngbûrgê, Amstêrdamê, Bek’ûê û Yêrêvanê pênc selef deng berev bûne, lê bona Tallînê sê selef.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button