SerekeSîyasî

Wezîr Şivanî:r’asthatina Barzanî û Êspêr gelekî girîng bû

Wezîrê Herêma K’urdistanê Xalid Şivanî derheqa girîngîya hevdîtina wezîrê ŞAY-yî p’arastinê Mark Êspêr û serekwezîrê K’urdistanê Me’sûr Barzanîda daye dîyarkirinê.Xalid Şivanî, yê ku r’êberîya serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanîye li Myûnxênê dikir, gotîye: “Hevdîtina t’evî wezîrê ŞAY-yî p’arastinê gelekî girîng bûye.Gelek pirs hatine gotûbêjkirinê”.Ewî serda zêde kirîye: “H’alê li herêmê bi t’omerî hiladyî û bi t’aybetî h’alê leşkerîyî li Îraqê hatine gotûbêjkirinê.P’êwendîyên di navbera pêşmerga û eskerên Îraqê, bi t’aybetî derheqa qezîya DAÎŞ-da, hatine lênihêr’andinê, ku çawa dijî DAÎŞ-ê şer’k’arîyê berdewam bikin. Serekwezîr hîvî ji wezîrê ŞAY-yî p’arastinê kirîye, ku r’ola xweye nava sazkirina qewatên t’evayîda bilîze”.Xeberdan derheqa şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ye nava têrîtorîyaên hevr’aqayîlnekirîda çûye.Êspêr daye dîyarkirinê,wekî ewê piştgirîya wê planê bike.Serekwezîr bangî ŞAY-yî kirîye, ku piştgirîyê bidine qewatên pêşmerga.Wezîrê ŞAY-yî p’arastinê wê yekêr’a qayîl bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button